Rojekê Silêman Pêxember banî teyrên dinyayê kir û ji wan pirsî: “Kê di nava we de bêtir emir kiriye?” Teyran lê vegerand û got: “Di Keleha Xwînê de qertelek heye, ewî ji me hemûyan bêtir emir kiriye.” Silêman, ji teyran re got: “Herin wî qertelî ji min re bînin.”
Teyrek çû û ji wî qertelî re got: “Hezretî Silêman te dixwaze.” Qertel çû ba wî. Silêman jê pirsî: “Te çend salan emir kiriye.” Qertel got: “Min sêsed salan emir kiriye.” Silêman jê pirsî: “Gelo kes heye ku ji te bêtir emir kiribe?” Qertel got: “Belê di Keleha Xeyberê de qertelek heye, bi emir ji min mezintir e, pîrê me qertelan e.”
Silêman şande pey wî qertelî. Qertelê Xeyberê hate ba Silêman û jê re got ku çarsed salan emir kiriye. Silêman jê pirsî: “Di dinyayê de te çi dîtiye û çi ket serê te?” Qertelê Xeyberê got: “Di ciwaniya xwe de, rojekê ez bi hewa ketim û gelek bilind firiyam. Dinya li ber çavên min bûbû wek hêkekê. Min xwe li ser behrê tezand. Min dît ku di nav behrê de tiştekî spî diçirise. Min xwe ji jor de berda xwar. Ew tişt qesrek bû; kevirekî qesrê zêr e, û ê din zîv e. Min lê danî û ez li ser banê qesrê rûniştim. Mirovekî pîr jê derket, hêştirek anî û danî ber min. Çend rojan min mijûliya xwe pê kir, hêştir xwar û ez vegeriyam malê.
Ez du sed salan mam û dîsa çûm û li ser banê wê qesrê veniştim. Kalo çûbû rehmetê. Kurê wî bi der hat, ji min re karikek anî. Min ew xwar û ez jê vegeriyam. Sed salên din ketin navê. Min dîsan qesta qesrê kir û ez çûm e. Kurik jî emrê Xwedê kiribû. Nevîkî kalo hebû.
Lawik gava çav bi min kir rahişte tifinga xwe û kir ku min bikuje, min da xwe û ez revîm. Ya hezretî Silêman, tiştê ku di dinyayê de min dîtiye ev e. Tama mirovan ji dinyayê re nemaye.”
Ji Kovara Ronahî