Agirî bajarekî Serhedê ye. Bajarê Agirî navê xwe ji çiyayê Agiriyê digire. Ji ber ku Çiyayê Agiriyê di demên kevnar de çiyayekî volkanîk bû, ev nav lê hatiye kirin. Gelên li nêzî Çiyayê Agiriyê dijîn navên cuda li çiyê kirine. Ermenî ji Çiyayê Agiriyê re dibêjin Ararat, faris dibêjin Kuhî Nûr û ereb dibêjin Cebel el Haris. Tirkan jî ji ber peyva kurdî “Agirî” navê bajêr kiriye “Ağrı”. Nayê zanîn ka tirkan bi çi mebestê navê “ağrı” (êş) li bajêr û çiyê kiriye.
Dîroka bajarê Agiriyê digihîje heya 1300 sal beriya zayînê, dema hûriyan. Ji ber ku hûrî pêşiyên kurdan in, niştecihên herî kevn ên bajêr wekî kurd tên zanîn. Agirî yek ji bajarekên herî sar ên Kurdistanê ye. Şeş mehên salê berf li erdê heye û heya nîsanê berf nahele. Lê di nîsanê de berf hêdî hêdî dihele. Havînên Agiriyê hênik in.
Li Agirî û derdorên wê deştên wekî Deşta Zêdkan, Deşta Qerekose, Deşta Patnosê û Deşta Giyadînê hene. Ji bilî deştan, li Agiriyê gola Sînegê û zozanê Sînegê jî navdar in. Li Agiriyê çemên wekî Zêdkan, Şeriyan û Gelûtan jî hene. Li Agiriyê ji bilî Agiriya Mezin û Agiriya Biçûk, çiyayên wekî Hama, Kose û Tendûrek jî hene.
Agirî bajarekî kurdan e. Li Agiriyê ji bilî kurdan, hinek azerî jî dijîn. Piraniya niştecihên Agiriyê misilman in lê bi hejmareke hindik file jî hene. Ji ber ciyên turîstîk ên wekî Qesra Îshaq Paşa û ciyên xwezayî yên wekî Çiyayên Agiriyê, her sal gelek turîst tên Agiriyê. Her wiha gora Şêx Ehmedê Xanî ku li Bazîda
Agiriyê ye jî gelek turîst û dildarên kurdî ber bi xwe ve dikişîne. Ji ber ku bajarê Agiriyê û derdora wê şînahî ye, gelê herêmê debara xwe bi sewalkariyê dike.