Dîlan û Mîrza li baxçeyê xwendingehê rûniştine diaxivin. Dîlan dixwaze Mîrza binase û Mîrza jî dixwaze wê binase. Her du heval, xwe bi hev didin nasîn:
“Navê min Dîlan e. Ez diwazdeh salî me. Ez di pola 6Ayê de dixwînim. Bavê min ji Wanê û diya min ji Agiriyê ye. Du birayên min hene. Navê yekî Kenan û yê din Mirad e. Xwişkeke min jî heye, navê wê Zeyno ye. Ez bejindirêj im. Porê min reş e û çavên min qehweyî ne. Ez ji rengê sor bêtir hez dikim. Di demên xwe yên serbest de ez ji çêkirina wêneyan û ji xwendina pirtûkan gelekî hez dikim. Ez hemû ajelan diparêzim û ji pisîkan jî gelekî hez dikim. Jûra min gelekî bi rêkûpêk e. Ji bo ku kesekî aciz nekim, bi dengekî nizm li muzîkê guhdarî dikim. Zû radikevim û zû şiyar dibim.
Ji xwendingeh, mamoste û hevalên xwe gelekî hez dikim. Di betlaneyê de hem bîna xwe didim û hem jî li dersên xwe dixebitim. Xwarinên ku diya min çê dike ez nabijêrim, çi çê bike ez dixwim.”
Piştî Dîlanê, Mîrza dest pê dike:
“Navê min Mîrza ye. Ez jî diwazdeh salî me. Di pola 6Byê de dixwînim. Dê û bavê min ji Colemêrgê ne. Birayek û du xwişkên min hene. Navê birayê min Rêzan e û navên xwişkên min Binevş û Gulistan in. Porê min zer e û çavên min şîn in. Ez herî zêde ji rengê porteqalî hez dikim. Ez ji xwendina pirtûkan û guhdarîkirina stranan jî gelekî hez dikim. Di nav ajalan de ji hespan hez dikim. Jûra min jî gelekî bi rêkûpêk e. Di demên xwe yên serbest de ez digel hevalên xwe futbol û kişikê dilîzim. Ez van tiştan li rojnivîska xwe dinivîsim.”
Dîlanê ji Mîrza re got: “Ez bi nasîna te gelekî kêfxweş bûm.”
Mîrza jî got: “Ez jî…”