A | ا | av, nav, ba | ئاڤ، ناڤ، با |
B | ﺏ | bab, bilind, barrove (bahoz) | باب، بلند، باڕۆڤه (باهۆز) |
C | ﺝ | car, cîran, cêrr (cerr) | جار، جیران، جێڕ (جهڕ) |
Ç | چ | çav, çem, çirîsk; çend, çar | چاڤ، چهم، چریسک؛ چهند، چار |
D | ﺩ | didan (diran), deng, dav | ددان (دران)، دهنگ، داڤ |
E | ە | em, ev, ez | ئهم، ئهڤ، ئهز |
Ê | ێ | dirêj, êm | درێژ, ئێم |
F | ﻑ | filan, fîstan, fanos | فلان، فیستان، فانۆس |
G | ﮒ | genim, gund, gul | گهنم، گوند، گول |
H | ﻫ | heval, hemî, hiş | ههڤال، ههمی، هش |
Ḧ (ح) | ح | Ḧesen, ḧeft, ḧelandin, ḧeram, ḧekîm | حهسهن، حهفت، حهلاندن، حهرام، حهکیم |
I | – | iro (îro), illeh (îlleh), birin, mi (min) | ئرۆ (ئیرۆ)، ئڵهه (ئیڵهه)، برن، م (من) |
Î | ﯼ | îşella (inşellah) | ئیشهڵا (إن شاء الله) |
J | ﮊ | jehr, hijmar (hejmar) | ژههر، هژمار (ههژمار) |
K | ﮎ | kêm, kadîn, kengî, kafir | کێم، کادین، کهنگی، کافر |
L | ﻝ, ڵ | lal, lez, li malê, welat, sala borî | لال، لهز، ل مالێ، وهلات، سالا بۆری |
M | ﻡ | mam, milet, mirov, mest, mist, mast | مام، ملهت، مرۆڤ، مهست، مست، ماست |
N | ﻥ | nan, nerm, noke (niha) | نان، نهرم، نۆکه (نها) |
O | ۆ | ode, gotin, bo (ji bo) | ئۆده، گۆتن، بۆ (ژ بۆ) |
P | پ | pênc, pîvok, req, perde, pez, piling | پێنج، پیڤۆک، ڕهق، پهرده، پهز، پلنگ |
Q | ﻕ | qalind, beq, aql | قالند، بهق، ئاقل |
R | ڒ, ﺭ | req, reş | ڕهق، ڕهش |
S | ﺱ | ser, sêv, sed, sade | سهر، سێڤ، سهد، ساده |
Ş | ﺵ | şeş, şehîd | شهش، شههید |
T | ﺕ | te, tû, temam, tifek, teng, tep | ته، توو، تهمام، تفهک، تهنگ، تهپ |
U: | ﻭ | tu, umêd, umet | تو، ئومێد، ئومهت |
Û | ﻭﻭ | bwîk=bûk, zwî=zû, dwîr=dûr | بویک=بووک، زوی=زوو، دویر=دوور |
V: | ڤ | van, ev | ڤان، ئهڤ |
W: | ﻭ | we, ew, dîwar | وه، ئهو، دیوار |
X | ﺥ | xwe, rex, text | خوه، ڕهخ، تهخت |
Ẍ (Ğ, غ): | ﻍ | aẍa, ẍerb, ẍerîb, ẍezal | ئاغا، غهرب، غهریب، غهزال |
Y: | ﯼ | yazde, yêt me (yên me) | یازده، یێت مه (یێن مه) |
Z: | ﺯ | zengîn, zebeş | زهنگین، زهبهش |
’ (eyn, ع): | ع | ’ewr, ’esman, se’et | عهور، عهسمان، سهعهت |
Kurdisch
Agirî
Agirî bajarekî Serhedê ye. Bajarê Agirî navê xwe ji çiyayê Agiriyê digire. Ji ber ku Çiyayê Agiriyê di demên kevnar de çiyayekî volkanîk bû, ev nav lê hatiye kirin. Gelên li nêzî Çiyayê Agiriyê dijîn navên cuda li çiyê kirine. Ermenî ji Çiyayê Agiriyê re dibêjin Ararat, faris dibêjin Kuhî Nûr û ereb dibêjin Cebel el Haris. Tirkan jî ji ber peyva kurdî “Agirî” navê bajêr kiriye “Ağrı”. Nayê zanîn ka tirkan bi çi mebestê navê “ağrı” (êş) li bajêr û çiyê kiriye.
Dîroka bajarê Agiriyê digihîje heya 1300 sal beriya zayînê, dema hûriyan. Ji ber ku hûrî pêşiyên kurdan in, niştecihên herî kevn ên bajêr wekî kurd tên zanîn. Agirî yek ji bajarekên herî sar ên Kurdistanê ye. Şeş mehên salê berf li erdê heye û heya nîsanê berf nahele. Lê di nîsanê de berf hêdî hêdî dihele. Havînên Agiriyê hênik in.
Li Agirî û derdorên wê deştên wekî Deşta Zêdkan, Deşta Qerekose, Deşta Patnosê û Deşta Giyadînê hene. Ji bilî deştan, li Agiriyê gola Sînegê û zozanê Sînegê jî navdar in. Li Agiriyê çemên wekî Zêdkan, Şeriyan û Gelûtan jî hene. Li Agiriyê ji bilî Agiriya Mezin û Agiriya Biçûk, çiyayên wekî Hama, Kose û Tendûrek jî hene.
Agirî bajarekî kurdan e. Li Agiriyê ji bilî kurdan, hinek azerî jî dijîn. Piraniya niştecihên Agiriyê misilman in lê bi hejmareke hindik file jî hene. Ji ber ciyên turîstîk ên wekî Qesra Îshaq Paşa û ciyên xwezayî yên wekî Çiyayên Agiriyê, her sal gelek turîst tên Agiriyê. Her wiha gora Şêx Ehmedê Xanî ku li Bazîda
Agiriyê ye jî gelek turîst û dildarên kurdî ber bi xwe ve dikişîne. Ji ber ku bajarê Agiriyê û derdora wê şînahî ye, gelê herêmê debara xwe bi sewalkariyê dike.
Qertel û Silêman
Rojekê Silêman Pêxember banî teyrên dinyayê kir û ji wan pirsî: “Kê di nava we de bêtir emir kiriye?” Teyran lê vegerand û got: “Di Keleha Xwînê de qertelek heye, ewî ji me hemûyan bêtir emir kiriye.” Silêman, ji teyran re got: “Herin wî qertelî ji min re bînin.”
Teyrek çû û ji wî qertelî re got: “Hezretî Silêman te dixwaze.” Qertel çû ba wî. Silêman jê pirsî: “Te çend salan emir kiriye.” Qertel got: “Min sêsed salan emir kiriye.” Silêman jê pirsî: “Gelo kes heye ku ji te bêtir emir kiribe?” Qertel got: “Belê di Keleha Xeyberê de qertelek heye, bi emir ji min mezintir e, pîrê me qertelan e.”
Silêman şande pey wî qertelî. Qertelê Xeyberê hate ba Silêman û jê re got ku çarsed salan emir kiriye. Silêman jê pirsî: “Di dinyayê de te çi dîtiye û çi ket serê te?” Qertelê Xeyberê got: “Di ciwaniya xwe de, rojekê ez bi hewa ketim û gelek bilind firiyam. Dinya li ber çavên min bûbû wek hêkekê. Min xwe li ser behrê tezand. Min dît ku di nav behrê de tiştekî spî diçirise. Min xwe ji jor de berda xwar. Ew tişt qesrek bû; kevirekî qesrê zêr e, û ê din zîv e. Min lê danî û ez li ser banê qesrê rûniştim. Mirovekî pîr jê derket, hêştirek anî û danî ber min. Çend rojan min mijûliya xwe pê kir, hêştir xwar û ez vegeriyam malê.
Ez du sed salan mam û dîsa çûm û li ser banê wê qesrê veniştim. Kalo çûbû rehmetê. Kurê wî bi der hat, ji min re karikek anî. Min ew xwar û ez jê vegeriyam. Sed salên din ketin navê. Min dîsan qesta qesrê kir û ez çûm e. Kurik jî emrê Xwedê kiribû. Nevîkî kalo hebû.
Lawik gava çav bi min kir rahişte tifinga xwe û kir ku min bikuje, min da xwe û ez revîm. Ya hezretî Silêman, tiştê ku di dinyayê de min dîtiye ev e. Tama mirovan ji dinyayê re nemaye.”
Ji Kovara Ronahî
Rojeke Mehabadê
Mehabad her roj saet di heftan de hişyar dibe. Dest û rûyê xwe dişo. Saet di heft û nîvan de taştêya xwe dixwe. Ew heta heşt û çaryekê rojnameyê dixwîne. Di heşt û nîvan de bi servîsê diçe zanîngehê. Dersên wê di nehan de dest pê dikin. Ew firavîna xwe saet di diwazdehan de dixwe. Di çar kêm dehan de dersên wê diqedin. Piştî dersan diçe pirtûkxaneyê. Li wir heta saet pênc û bîst deqîqeyan dixebite. Paşê diçe çarşîyê û bi hevalên xwe re digere. Di heft û nîvan de vedigere malê. Di heştan de bi malbata xwe re şîvê dixwe. Heta yazdehan pirtûkandixwîne û paşê radikeve.
Jimar – Die Zahlen
yek 1
didu 2
sisê 3
çar 4
pênc 5
şeş 6
heft 7
heşt 8
neh 9
deh 10
yazdeh 11
diwazdeh 12
sêzdeh 13
çardeh 14
pazdeh 15
şazdeh 16
hevdeh 17
hejdeh 18
nozdeh 19
deh 10
bîst 20
sî 30
çil 40
pêncî 50
şêst 60
heftê 70
heştê 80
not 90
sed 100
hezar 1.000
milyon 1.000.000
Ajelên gundê me
Mamed: Merheba Pelda. Ev karika kê ye?
Pelda: Merheba Mamed. Ev karika min e.
Mamed: Tu ji ajelan hez dikî?
Pelda: Erê, ez ji ajelan gelekî hez dikim. Bavê min mih, bizin û çêlekan xwedî dike.
Mamed: Çend mihên we hene?
Pelda: Sed û bîst û şeş mihên me hene.
Mamed: Çend bizinên we hene?
Pelda: Heştê û heşt bizin û şêst û heft karikên me hene.
Mamed: Çend çêlekên we hene?
Pelda: Tenê du çêlekên me hene. Ajelên we jî hene?
Mamed: Erê. Deh mirîşk, dîkek, şeş werdek û du elokên me hene.
Pelda: Ez jî ji dîk û mirîşkan hez dikim. Xwezî yên me jî hebûna.
Vokabeln:
ajel: Tier
karik (f): Zicklein, junge Ziege
mih (f): Schaf
bizin (f): Ziege, Geiß
çêlek = çêl = mange (f): Kuh
mirîşk (f): Huhn
dîk = keleşêr (m): Hahn, Gockel
werdek: Ente
elok = cilûq: Truthahn, Pute
xwezî: Ich wünschte …
Bijîşkekî din
Dema bavê Çeto ji kar vedigere Çeto jê re dibêje: “Qet deng neke bavo, ez îro çûm ba bijîşk û miayene bûm. Ji min re çi bibêje baş e! Meger divê ez bi qasê mehekê li kenarê deryayê betlaneyê bikim. Tu dibêjî ez herim ku derê?”
Here ba bijîşkekî din.
Vokabeln:
dema: als, während
gotin (tr.; bêj-)
vegeriyan (itr.; ve … ger-): zurückkehren
qet: keinesfalls, gar nicht, überhaupt nicht
bijîşk = tixtor: Arzt, Mediziner
miayene (f): Untersuchung
meger: offenbar, wie es sich herausstellte (vom Türkischen: meğer)
ba (Präp.): zu
din = dî : anderer, sonstiger
Li Zanîngehê
Dara: Merheba, navê min Dara ye, navê te çi ye?
Zeyneb: Navê min Zeyneb e.
Dara: Tu jî di beşa dîrokê de dixwînî?
Zeyneb: Nexêr, ez ne di beşa dîrokê de me, ez di beşa kurdî de me.
Dara: Gelo tu Ehmed nas dikî?
Zeyneb: Ehmedê pola yekem?
Dara: Erê, ew hevalê min e.
Zeyneb: Gelo Rojda û Rûken di pola we de ne?
Dara: Nexêr ew ne di pola me de ne, ew di pola duyem de ne.
Zeyneb: Ma di beşa we de li ser dîroka kurdan ders hene?
Dara: Mixabin, nînin. Qey dersên we hemû bi kurdî ne.
Zeyneb: Belê, hemû bi kurdî ne.
Dara: Xwezî dersên me jî bi kurdî bûna.
Vokabeln:
nav (m): Name
beş (f): Teil, Abteil; hier: Fach, Institut
dîrok (f): Geschichte, Historie
gelo: ob, etwas (als Frage)
ders (f): Unterricht, Lektion
xwezî: Ich wünschte …
Tu Xwe Amade Bike
Diya wî demildest jê re bersivekê dinivîse û dibêje: “Kurê min, bavê te ji xwe amade ye, tu xwe amade bike!”
Dersên Çeto ne baş in. Berî ku vegere mala xwe nameyekê ji diya xwe re dişîne û tê de dibêje: “Dayê, ez di sinifê de dimînim, tu bavê min amade bike!”
Pola me
Di pola me de maseyeke mamoste û deh maseyên xwendekaran hene. Maseya mamoste li ber paceyê ye. Rengê wê qehweyî ye. Texteyê polê spî ye. Sê pênûsên wê hene. Yek reş, yek şîn, yek jî sor e. Di polê de du nexşe hene.
Pola me fireh û ronî ye. Xwendekarên pola me bîst kes in. Ji van xwendekaran deh kur in û deh jî keç in. Hemû hevalên min hêja ne. Ew di dersên xwe de jêhatî ne.
Derîyê polê li alîyê rastê ye. Di pola me de refa pirtûkan jî heye. Di pola me de tu kêmasî nînin.