Ehmedê Xanî – Nûbihara Biçûkan 2

El qit´etû fî behrî el hezecî
El mekfûfî el mehzûfî

Heta tu dewr û dersan nekî tekrar û mesrûf
Di dunyayê tu nabî ne meşhûr û ne me´rûf

Mefa´îlin fe´ûlun, mefa´îlun fe´ûlun
Çi xwoş wezn e bibîtin hezec mekfûf û mehzûf

Xudê Ellah e, qasid Resûl e ey xudêzan
Xelîfe çar in, hem çar îmamin ey musilman.

Ji çaran yek Ebû-Bekr, ´Umer, ´Usmane, ê di
´Elîye, bê tekelluf ku bû xatem ji bo wan

Divêtin tu bizanî bi dil navê îmaman
Mihemed, Malik, Ehmed, ewê ditirk e Nûman

Mûbeşşer bûne deh kes ji eshaban bi te´yîn
Ku dê biçne behiştê, xudê mizgînî da wan

Ji ewwil Bû-´Ubeyde di gel herçariyaran
Se´îd û Se´d û Telhe, Zubeyr û Ebdurrahman

Li me ferz e bizanin Resûlê xwo bi tehqîq
Bi mewlîd hem bi medfen, binasin da û bab an

Di Mekke bû ji dayê, Medîne bûye medfen
Wî Ebdullah e walid, Amîne bizan

Ji dunyayê ku çûyî ´umur bû şestûsê sal
Ji şestan pêncîûsê borîn di Mekkehê da

Di çil salan „Rîsalet“ ji bo wî hate xwarê
Di bistûsê di mayî, ji bo nazil bû Qur´an

Cemî´ê Ummeta wî bi lutfa xwe Îlahî
Ji dunyayê verêkî bi Qur´an û bi îman

Heta ew Şeh, siwar bit we goya ummeta xwo
Ji meydana Hisabê hilînit şubhê çogan

Ehmedê Xanî – Nûbihara Biçûkan 1

بسم الله الرحمن الرحيم

Hemd û sena û şukranî
Ji bo wî xaliqê rehmanî

Ku fesahet û beyan daye lîsanî
Lîsan daye însanî

Hindî selawet in hemî
Li resûlê me yê ummî

Ku bûne peyrewê di wî
Ereb û Ecem û Kurmanc û Romî

Ji paş hemd û selawatan
Ev çend kelime ne ji luxatan

Vêk êxistin Ehmedê Xanî
Navê „Nûbihara Biçûkan“ lê danî

Ne ji bo sahib rewacan
Belkî ji bo biçûkêt Kurmancan

Wekî ji Quranê xelas bin
Lazim e li sewadê çavnas bin

Da bi van çend reşbelekan
Li van tebîet melekan

Derê zihne vebitin
Herçî bixûnit zehmetî nebîtin

Umida me ji tifalan
Ku em emelbetalan

Di weqtê dewr û dersan
Bikin in´am û îhsan

Bi di´an me bîrî bînin
Fatiha ji me ra bixwûnin!

Alfabet

Aاav, nav, baئاڤ، ناڤ، با
Bbab, bilind, barrove (bahoz)باب، بلند، باڕۆڤه‌ (باهۆز)
Ccar, cîran, cêrr (cerr)جار، جیران، جێڕ (جه‌ڕ)
Çچçav, çem, çirîsk; çend, çarچاڤ، چه‌م، چریسک؛ چه‌ند، چار
Ddidan (diran), deng, davددان (دران)، ده‌نگ، داڤ
Eەem, ev, ezئه‌م، ئه‌ڤ، ئه‌ز
Êێdirêj, êmدرێژ, ئێم
Ffilan, fîstan, fanosفلان، فیستان، فانۆس
Ggenim, gund, gulگه‌نم، گوند، گول
Hheval, hemî, hişهه‌ڤال، هه‌می، هش
Ḧ (ح)حḦesen, ḧeft, ḧelandin, ḧeram, ḧekîmحه‌سه‌ن، حه‌فت، حه‌لاندن، حه‌رام، حه‌کیم
Iiro (îro), illeh (îlleh), birin, mi (min)ئرۆ (ئیرۆ)، ئڵه‌ه (ئیڵه‌ه)، برن، م (من)
Îîşella (inşellah)ئیشه‌ڵا (إن شاء الله)
Jjehr, hijmar (hejmar)ژه‌هر، هژمار (هه‌ژمار)
Kkêm, kadîn, kengî, kafirکێم، کادین، که‌نگی، کافر
Lﻝ, ڵlal, lez, li malê, welat, sala borîلال، له‌ز، ل مالێ، وه‌لات، سالا بۆری
Mmam, milet, mirov, mest, mist, mastمام، مله‌ت، مرۆڤ، مه‌ست، مست، ماست
Nnan, nerm, noke (niha)نان، نه‌رم، نۆکه‌ (نها)
Oۆode, gotin, bo (ji bo)ئۆده‌، گۆتن، بۆ (ژ بۆ)
Pپpênc, pîvok, req, perde, pez, pilingپێنج، پیڤۆک، ڕه‌ق، په‌رده‌، په‌ز، پلنگ
Qqalind, beq, aqlقالند، به‌ق، ئاقل
Rڒ, ﺭreq, reşڕه‌ق، ڕه‌ش
Sser, sêv, sed, sadeسه‌ر، سێڤ، سه‌د، ساده‌
Şşeş, şehîdشه‌ش، شه‌هید
Tte, tû, temam, tifek, teng, tepته‌، توو، ته‌مام، تفه‌ک، ته‌نگ، ته‌پ
U:tu, umêd, umetتو، ئومێد، ئومه‌ت
Ûﻭﻭbwîk=bûk, zwî=zû, dwîr=dûrبویک=بووک، زوی=زوو، دویر=دوور
V:ڤvan, evڤان، ئه‌ڤ
W:we, ew, dîwarوه‌، ئه‌و، دیوار
Xxwe, rex, textخوه‌، ڕه‌خ، ته‌خت
Ẍ (Ğ, غ):aẍa, ẍerb, ẍerîb, ẍezalئاغا، غه‌رب، غه‌ریب، غه‌زال
Y:yazde, yêt me (yên me)یازده‌، یێت مه‌ (یێن مه‌)
Z:zengîn, zebeşزه‌نگین، زه‌به‌ش
’ (eyn, ع):ع’ewr, ’esman, se’etعه‌ور، عه‌سمان، سه‌عه‌ت

Agirî

Agirî bajarekî Serhedê ye. Bajarê Agirî navê xwe ji çiyayê Agiriyê digire. Ji ber ku Çiyayê Agiriyê di demên kevnar de çiyayekî volkanîk bû, ev nav lê hatiye kirin. Gelên li nêzî Çiyayê Agiriyê dijîn navên cuda li çiyê kirine. Ermenî ji Çiyayê Agiriyê re dibêjin Ararat, faris dibêjin Kuhî Nûr û ereb dibêjin Cebel el Haris. Tirkan jî ji ber peyva kurdî “Agirî” navê bajêr kiriye “Ağrı”. Nayê zanîn ka tirkan bi çi mebestê navê “ağrı” (êş) li bajêr û çiyê kiriye.

Dîroka bajarê Agiriyê digihîje heya 1300 sal beriya zayînê, dema hûriyan. Ji ber ku hûrî pêşiyên kurdan in, niştecihên herî kevn ên bajêr wekî kurd tên zanîn. Agirî yek ji bajarekên herî sar ên Kurdistanê ye. Şeş mehên salê berf li erdê heye û heya nîsanê berf nahele. Lê di nîsanê de berf hêdî hêdî dihele. Havînên Agiriyê hênik in.

Li Agirî û derdorên wê deştên wekî Deşta Zêdkan, Deşta Qerekose, Deşta Patnosê û Deşta Giyadînê hene. Ji bilî deştan, li Agiriyê gola Sînegê û zozanê Sînegê jî navdar in. Li Agiriyê çemên wekî Zêdkan, Şeriyan û Gelûtan jî hene. Li Agiriyê ji bilî Agiriya Mezin û Agiriya Biçûk, çiyayên wekî Hama, Kose û Tendûrek jî hene.

Agirî bajarekî kurdan e. Li Agiriyê ji bilî kurdan, hinek azerî jî dijîn. Piraniya niştecihên Agiriyê misilman in lê bi hejmareke hindik file jî hene. Ji ber ciyên turîstîk ên wekî Qesra Îshaq Paşa û ciyên xwezayî yên wekî Çiyayên Agiriyê, her sal gelek turîst tên Agiriyê. Her wiha gora Şêx Ehmedê Xanî ku li Bazîda

Agiriyê ye jî gelek turîst û dildarên kurdî ber bi xwe ve dikişîne. Ji ber ku bajarê Agiriyê û derdora wê şînahî ye, gelê herêmê debara xwe bi sewalkariyê dike.

Qertel û Silêman

Rojekê Silêman Pêxember banî teyrên dinyayê kir û ji wan pirsî: “Kê di nava we de bêtir emir kiriye?” Teyran lê vegerand û got: “Di Keleha Xwînê de qertelek heye, ewî ji me hemûyan bêtir emir kiriye.” Silêman, ji teyran re got: “Herin wî qertelî ji min re bînin.”

Teyrek çû û ji wî qertelî re got: “Hezretî Silêman te dixwaze.” Qertel çû ba wî. Silêman jê pirsî: “Te çend salan emir kiriye.” Qertel got: “Min sêsed salan emir kiriye.” Silêman jê pirsî: “Gelo kes heye ku ji te bêtir emir kiribe?” Qertel got: “Belê di Keleha Xeyberê de qertelek heye, bi emir ji min mezintir e, pîrê me qertelan e.”

Silêman şande pey wî qertelî. Qertelê Xeyberê hate ba Silêman û jê re got ku çarsed salan emir kiriye. Silêman jê pirsî: “Di dinyayê de te çi dîtiye û çi ket serê te?” Qertelê Xeyberê got: “Di ciwaniya xwe de, rojekê ez bi hewa ketim û gelek bilind firiyam. Dinya li ber çavên min bûbû wek hêkekê. Min xwe li ser behrê tezand. Min dît ku di nav behrê de tiştekî spî diçirise. Min xwe ji jor de berda xwar. Ew tişt qesrek bû; kevirekî qesrê zêr e, û ê din zîv e. Min lê danî û ez li ser banê qesrê rûniştim. Mirovekî pîr jê derket, hêştirek anî û danî ber min. Çend rojan min mijûliya xwe pê kir, hêştir xwar û ez vegeriyam malê.

Ez du sed salan mam û dîsa çûm û li ser banê wê qesrê veniştim. Kalo çûbû rehmetê. Kurê wî bi der hat, ji min re karikek anî. Min ew xwar û ez jê vegeriyam. Sed salên din ketin navê. Min dîsan qesta qesrê kir û ez çûm e. Kurik jî emrê Xwedê kiribû. Nevîkî kalo hebû.

Lawik gava çav bi min kir rahişte tifinga xwe û kir ku min bikuje, min da xwe û ez revîm. Ya hezretî Silêman, tiştê ku di dinyayê de min dîtiye ev e. Tama mirovan ji dinyayê re nemaye.”

Ji Kovara Ronahî

Rojeke Mehabadê

Mehabad her roj saet di heftan de hişyar dibe. Dest û rûyê xwe dişo. Saet di heft û nîvan de taştêya xwe dixwe. Ew heta heşt û çaryekê rojnameyê dixwîne. Di heşt û nîvan de bi servîsê diçe zanîngehê. Dersên wê di nehan de dest pê dikin. Ew firavîna xwe saet di diwazdehan de dixwe. Di çar kêm dehan de dersên wê diqedin. Piştî dersan diçe pirtûkxaneyê. Li wir heta saet pênc û bîst deqîqeyan dixebite. Paşê diçe çarşîyê û bi hevalên xwe re digere. Di heft û nîvan de vedigere malê. Di heştan de bi malbata xwe re şîvê dixwe. Heta yazdehan pirtûkandixwîne û paşê radikeve.

Ajelên gundê me

Mamed: Merheba Pelda. Ev karika kê ye?
Pelda: Merheba Mamed. Ev karika min e.
Mamed: Tu ji ajelan hez dikî?
Pelda: Erê, ez ji ajelan gelekî hez dikim. Bavê min mih, bizin û çêlekan xwedî dike.
Mamed: Çend mihên we hene?
Pelda: Sed û bîst û şeş mihên me hene.
Mamed: Çend bizinên we hene?
Pelda: Heştê û heşt bizin û şêst û heft karikên me hene.
Mamed: Çend çêlekên we hene?
Pelda: Tenê du çêlekên me hene. Ajelên we jî hene?
Mamed: Erê. Deh mirîşk, dîkek, şeş werdek û du elokên me hene.
Pelda: Ez jî ji dîk û mirîşkan hez dikim. Xwezî yên me jî hebûna.

Vokabeln:
ajel: Tier
karik (f): Zicklein, junge Ziege
mih (f): Schaf
bizin (f): Ziege, Geiß
çêlek = çêl = mange (f): Kuh
mirîşk (f): Huhn
dîk = keleşêr (m): Hahn, Gockel
werdek: Ente
elok = cilûq: Truthahn, Pute
xwezî: Ich wünschte …


Bijîşkekî din

Dema bavê Çeto ji kar vedigere Çeto jê re dibêje: “Qet deng neke bavo, ez îro çûm ba bijîşk û miayene bûm. Ji min re çi bibêje baş e! Meger divê ez bi qasê mehekê li kenarê deryayê betlaneyê bikim. Tu dibêjî ez herim ku derê?”
Here ba bijîşkekî din.

Vokabeln:
dema: als, während
gotin (tr.; bêj-)
vegeriyan (itr.; ve … ger-): zurückkehren
qet: keinesfalls, gar nicht, überhaupt nicht
bijîşk = tixtor: Arzt, Mediziner
miayene (f): Untersuchung
meger: offenbar, wie es sich herausstellte (vom Türkischen: meğer)
ba (Präp.): zu
din = dî : anderer, sonstiger


Li Zanîngehê

Dara: Merheba, navê min Dara ye, navê te çi ye?
Zeyneb: Navê min Zeyneb e.
Dara: Tu jî di beşa dîrokê de dixwînî?
Zeyneb: Nexêr, ez ne di beşa dîrokê de me, ez di beşa kurdî de me.
Dara: Gelo tu Ehmed nas dikî?
Zeyneb: Ehmedê pola yekem?
Dara: Erê, ew hevalê min e.
Zeyneb: Gelo Rojda û Rûken di pola we de ne?
Dara: Nexêr ew ne di pola me de ne, ew di pola duyem de ne.
Zeyneb: Ma di beşa we de li ser dîroka kurdan ders hene?
Dara: Mixabin, nînin. Qey dersên we hemû bi kurdî ne.
Zeyneb: Belê, hemû bi kurdî ne.
Dara: Xwezî dersên me jî bi kurdî bûna.

Vokabeln:
nav (m): Name
beş (f): Teil, Abteil; hier: Fach, Institut
dîrok (f): Geschichte, Historie
gelo: ob, etwas (als Frage)
ders (f): Unterricht, Lektion
xwezî: Ich wünschte …